Fatih Gazioğlu
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
HUDEYDE/MARÎB
Li Yêmenê agirbesta ku di navbera terefên şer da hatibû îmzekirin, ket rewacê.
Biryara agirbestê ya ku di çarçoveya hevdîtinên li Swîsreyê hatibû dayîn li Hudeydeyê li gor saeta herêmî di 00.00î da dest pê kir.
Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî civînên li Swîsreyê qediyan daxuyanî dabû û gotibû terefan li ser Bêndergeha Hudeydeyê û navenda bajêr li hev kir.
Wezîrê Karên Derva yê Yêmenê Xalid el-Yamanî der heqê mijarê da li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û wiha got: "Agirbesta şev di saet 00.00î da hat îlankirin ji bo bajarê Hudeydeyê û bêndergeha wê, herêmên Salîf û Res Îsayê ket rewacê. Ev peyman li ser telîmata Serokomarê Yêmenê Ebdurabbu Mansur Hadî hat îmzekirin."
Li ser navê Hûsiyan jî Mihemed Ebdiselam li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û wiha got: "Em ê li gorî peymana Stockholmê ya ku ji hêla Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî va hat îlankirin hereket bikin. Li gor peymanê em ê operasyonên xwe yên eskerî yên li Hudeydeyê bidin sekinandin."
Li Yêmenê demeke dirêj e ku îstiqrar tuneye û di navbera Hûsiyan û hêzên rêveberiya meşrû da pevçûn hene. Ji sala 2014an vir va paytext Sana û hin herêm di destê Husiyan de ne. Hêzên koalîsyonê ya ku pêşîkêşiya wê Erebistana Siûdî dike ji adara 2015an vir va piştgiriyê dide hikûmeta Yêmenê.