Nûçe li ser malpera rojnameya Haaretzê hat weşandin. Li gor agahiyên ku rojnameyê ji çavkaniyên siyasî yên Îsralê hilda, hat gotin ku Kabîneya Ewlehiya Îsraîlê daxwaza Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo demdirêjkirina agirbestê qebûl kir û dema agirbestê bi qasî 24 saetan dirêj kir.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîl lêgerînên xwe yên di tunelan de jî dê bidomîne û agirbest heke bê îhlalkirin bergîdan demildest dê bê dayîn. Wisa tê texmînkirin ku agirbest dê îşev heta 00.00an dewam bike.