Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyaniyek parve kir û got ku "Hamasê dev ji avêtina moşekan bernedaye, li ser vê yekê artêş dê operasyonên xwe yên li ser Xezeyê berdewam bike û heta zêde bike."
Berdevkê Serokwezîrtiya Îsraîlê Ofîr Gendelman jî di hesaba xwe ya malpera civakî de nivîsand ku "Ji destpêka îlankirina agirbestê û heta niha" Hamasê bi tevahî 25 moşek avêtin bajarên Îsraîlê.
Çavkaniyên herêmî yên li Xezeyê jî gotin ku di êrîşên ku Îsraîlê dan destpêkirin de mirî û birîndar hene.
Ji aliyê din ve şaxa çekdar a Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) Tûgayên Îzzeddîn el-Qassamê daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku fuze avêtine hin bajarên Îsraîlê.
Di 12ê hezîranê de li Şerîaya Rojavayê 3 cihû winda bibûn, lê piştî 18 rojan mirî hatibûn dîtin. Piştî vê di 2yê tîrmehê de ciwanekî filistînî yê bi navê Mihemed Ebu Hudeyr ji hêla cihûyan ve hatibû revandin û şewitandin. Piştî van bûyeran artêşa Îsraîlê bi navê "Xeta Parastinê" di 7ê tîrmehê de ji hewayê êrîşî Xezayê kiribû. Di 17ê tîrmehê êvara pêncşemê de jî ji bejayê êrîş dabû destpêkirin.
Heta niha hezar û 53 filistînî di encama operasyonan de mirin û nêzî 6 hezarî jî filîstînî birîndar bûn.