XEZE
Hamasê diyar kir ku "Agirbesta ji bo 24 saetan" ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyaz kiribû, ji aliyê komên filistînî ve hat qebûlkirin.
Berdevkê Hamasê Samî Ebu Zuhrî destnîşan kir ku komên berxwederên filistînî bi hatina îdiyê û ji ber rewşa gel agirbesta berwext a ji bo 24 saetan ku ji aliyê NYyê ve hatibû pêşniyaz kirin, qebûl kirin.
Ji hêla Îsraîlê ve der heqê vê rûdanê de tu tişt nehat gotin.
Duh piştî ku agirbesta di navbera Îsraîl û komên berxwederên filistînî ya bi qasî 12 saetan bi dawî bû, hat îdiakirin ku Îsraîlê dema agirbestê bi qasî 24 saetan dirêj kir. Lê artêşa Îsraîlê bi hinceta ku ji aliyê Xezeyê ve rokêt di ser wan de tên avêtin, careke din dest bi êrîşên xwe yên li ser herêmê kir.