18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 18 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Navend Stenbol li 9 bajaran li hember FETO/PDY operasyonên bi navê "himmet" hatin kirin. Di operasyonan de 100 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan di jêpirsîna Serdozgeriya Komara Anadoluyê ya ku di navbera 2004-2015an de li hember FETO/PDYê da destpêkirin de, der barê 140 kesên ku di nav de xebatkarên Bank Asyayê, rêvebirên FETO/PYDê, karsaz û hin welatî jî hene de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Hat ragihandin ku di bin navê "himmet"ê de ji FETO/PDYê re 50 milyon lîre alîkarî hatiye dayîn.
Tîmên Şaxa Tekoşîna Sûcên Malî ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê li gor vê biryarê navend Stenbol li 9 bajaran operasyon kirin.
Di operasyonan de ji ber îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" û "Dijderketina Qanûna der barê Fînansmaniya Terorê de" 100 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku operasyon dewam dikin.