18 Nîsan 2016•Rojanekirin: 20 Nîsan 2016
TOKAT
Şaredarê berê yê Sûra Diyarbekirê Cemal Toptanci li Tokadê di konferansekê da behsa bajarê Diyarbekirê û biratiya kurd û tirkan kir.
Toptanci bal kişand ser pêkhêneriya îslamê û wiha got, "Ji bajarê Diyarbekirê yê li başûrê rojhilatê cografyaya me ya Tirkiyeyê, min silav ji were anîn. Ev Sûr ya kê ye? Qûsûr ya kê ye? Belê Sûr ya Îslamê, qisûr jî ya Misilmanan e. Sûr weke bajaran di cografyaya me da yekem axa Anatolyayê ye ku bi îslamê ezîz bûye. Piştî Mekke û Medînê bajarê ku herî zêde sehabî lê ne Sûr e. Weke hejmar 541 sehabî. Vê erdnîgariyê zana, sehabî, hunermend û xweşmirov ji me ra bexşandine.
- "Ti serdemekê da navê Diyarbekirê nebûye Amed"
Toptancî anî ziman ku di serdema avabûna komara Tirkiyeyê da navê Diyarbekirê weke Diyarbakirê guheriye û got, "Ti serdemekê da navê Diyarbekirê nebûye Amed. Diyarbekir e. Serdema avabûna komara Tirkiyeyê di 15ê mijdara 1937an da piştî tevkujiya Dêrsimê, Mustafa Kemal serdana Diyarbekirê dike. Piştî ku vedigere Enqereyê Diyarbekir dike Diyarbakir. Bekirê navê eşrefê mexlûqan, yê mirovan, dibe bakir/baqir. Ev tesbîteke civaknasiye ku xwestine bi zihnê mirovan bilîzin."