Rayedarekî ji Wezareta Tenduristiyê ya Libyayê ku nexwest navê xwe bibêje daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di şerê navbera komên çekdar û artêşê de 26 kes mirin û herî kêm 80 jî kes birîndar bûn.
Rayedar destnîşan kir ku piraniya birîndaran ji ber perçeyên şarapnelê û guleyan birîndar bûn.
Li herêma Buatniya Bîngaziyê jî şer û pevçûn didomin.
Roja sêşemê di şerê navbera milîtanên rêxistina Ensar’us Şerîa û Yekîneya Saîkaya (Brûsk) ku girêdayî artêşê de ye 30 kes mirin û 86 kes jî birîndar bûn, di şerê roja pêncşemê de jî 9 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina Ensar'us Şerîayê li Libyayê piştî ku Mûammer Qeddafî di 17ê sibata 2011an de ji desthilatiyê hat dûrxistin û paşê jî hat kuştin derket holê û dixwaze ku şert û mercên şerîetê li welêt bên sepandin.