Dinya

Îsraîlê bi îdiaya Îranê agirbest binpê kiriye, got ew ê êrîşî Tehranê bike

Enes Canlı  | 24.06.2025 - Rojanekırın : 24.06.2025
Îsraîlê bi îdiaya Îranê agirbest binpê kiriye, got ew ê êrîşî Tehranê bike

Quds

 Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yîsrael Katz îdia kir ku Îranê agirbest binpê kiriye û ji ber vê, wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku ew bi tundî hedefên li Tehranê bixe.

Îsraîlê ragihand, bi şev êrîşên esmanî birin ser rampayên fuzeyan yên Îranê

Piştî artêşa Îsraîlê îdia kir ku ji Îranê moşek hatine avêtin, Katz daxuyaniyeke nivîskî weşand û got wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku ew bi tundî êrîşên hewayî bibe ser hedefên li Tehranê.

Katz îdia kir ku Îranê agirbesta ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump va hat ragihandin bi avêtina moşekan va binpê kir.

Katz diyar kir ku wî ev ferman di çarçoveya wekî beşek ji siyaseta hikûmeta Îsraîlê ya bersivdayîna tund a li hemberî binpêkirina agirbestê da û bi rêberiya Serokwezîr Binyamîn Netanyahu daye artêşa Îsraîlê.

Li Îsraîlê ji hikûmet û mixalefetê bang hat kirin ku li dijî êrîşên Îranê bersiv bên dayîn.

Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich ê ku rastgirekî tudrew e piştî îdiayên ku ji Îranê moşek hatine avêtin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama "Tehran wê bilerize" parve kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi şev diyar kiribû ku di navbera Îran û Îsraîlê da agirbest wê bikeve rewacê û Îsraîlê jî daxuyandibû ku wî agirbest qebûl kiriye.

Artêşa Îsraîlê îdia kiribû ku ji Îranê ber bi bakurê Îsraîlê va moşek hatine avêtin û pergalên parastina hewayî ev êrîş asteng kirine.

Heta niha der barê êrîşa moşekî da Îranê tu daxuyanî neda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın