Îsraîlê ragihand, bi şev êrîşên esmanî birin ser rampayên fuzeyan yên Îranê

Quds
Artêşa Îsraîlê ragihand, berî ku agirbesta Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir, bi şev êrîşên esmanî birin ser rampayên fuzeyan yên Îranê ku ji bo agirkirinê hatibûn amadekirin.
Berdevkiya artêşa Îsraîlê ragihand ku bi şev êrîşên esmanî birin ser rampayên fuzeyan yên Îranê ku ji bo agirkirinê hatibûn amadekirin, vîdeoyên ku kêliyên êrîşê hatibûn qeydkirin hatin weşandin.
Daxuyaniya Îsraîlê çend deqîqe berî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê da ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, hat weşandin.
- Li başûrê Îsraîlê ku mûşekeke Îranê îsabetî avahiyekê kir û hejmara kuştiyan derket 4an
Piştî bi demeke kurt ku agirbesta Serokê DYAyê Donald Trump ket rewacê, mûşekeke ji ku Îranê hat avêtin, rasterast li başûrê Îsraîlê îsabetî avahiyekê kir û hejmara kuştiyan derket 4an.
Piştî ku çapemeniya Îsraîlê ragihand ku dê agirbesta Trump di nava çend saetan da têkeve rewacê, 6 pêlên êrîşên bersivdayinê hatin kirin. Di êrîşan da derdora 15 mûşekên balîstîk hatin avêtin.
Yek ji wan mûşekan li bajarê Bêrşêvayê (Bîrussebi) rasterast îsabetî avahiyeke 7 qatî kir.
Servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawidî ragihand ku li avahiya ku mûşek îsabetî wê kiribû cesedekî din hat derxistin.
Li Bêrşevayê hejmara kuştiyan derket 4an û hejmara birîndaran gelek ji wan ên ku ji ber êrîşê ketin tirsê, 20 jê sivik bi giştî 22 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li herêmê, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Çapemeniya Îsraîlê îdia kir ku 5 pêlên êrîşên bersivdayinê beriya saet 07.00ê ku agirbesta Serokê DYAyê Trump ragihandibû bikeve rewacê, pêla dawîn a êrîşa mûşekên balîstîk jî piştî ku agirbest kete rewacê pêk hat.