Dinya

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Amerîkayê ji Netanyahu xwest ku "şans bide" agirbesta li Xezeyê

Zein Khalil, Muhammed Emin Canik  | 23.10.2025 - Rojanekırın : 23.10.2025
Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Amerîkayê ji Netanyahu xwest ku "şans bide" agirbesta li Xezeyê

Quds

 Li gorî ragihandina çapemeniya Îsraîlê, J.D. Vanceê Alîkarê Serokê Amerîkayê ji Binyamin Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê xwest ku "şansekê bide" peymana agirbestê ya li Xezeyê.

Di nûçeya têkildarî mijarê ya têlevîzyona Kanal 12 ya Îsraîlê da ya ku çavkaniya wê jî rayedarên Amerîkayî û Îsraîlî ne, Vence di hevdîtina xwe ya digel Netanyahu da gotiye, "Şansekê bidin peymanê û demê bidin me ku em karan biqedînin."

Di nûçeyê da her wisa hat balkişandin ku Vence wiha jî gotiye, "Di mijara jinûva avabûna Xezeyê û berterefbûna tehdîda Hemasê ya ji bo Îsraîlê da zehmetî hene."

Her wiha hat diyarkirin ku Netanyahu ji Vence ra da xuyakirin ku ew jî dixwaze ku peymana agirbestê bi ser bikeve.

Hat destnîşankirin ku rêveberiya Trump hewl dide ji bo Konseya Aştiyê ya ku dê ji bo hêzên navneteweyî yên dê li Xezeyê bi cih bibin û ji bo jinûva avakirina Xezeyê bexşan kom bike, ji welatên Ereban piştgiriya aborî, siyasî û eskerî bistîne.

Vanceê ku Îsraîl ziyaret kiribû, duh bi Netanyahu ra civiyabû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın