KÎEV
Hat ragihandin li bajarê Lûhanskê ya li rojhelatê Ukraynayê li tesîseke leşkerî di navbera hêzên ewlekariyê û alîgirên Rûsyayê de pevçûn derket. Di pevçûna ku qedera 10 saetan dewam kir de 6 cudaxwaz hatin kuştin.
Rayedaran diyar kirin ku di pevçûnê de 3 leşker birîndar bûn.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin leşkerên ku cebilxaneya wan qediya, vekişiyan.