ÎSLAMABAD
Hat diyarkirin ku li bajaroka Ravalpîndiya nêzî Îslamabada paytexta Pakistanê li dijî wesaîta leşkerî êrîşa xwekujiyê hat kirin û di encamê de 3 jê sivîl 5 kes mirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Ravalpîndiyê Akhtar Hayat daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku êrîş li herêma Fathî Jangê li ser kolaneke navendî li dijî wesaîta leşkerî hat kirin û di encamê de 3 jê sivîl 5 kes mirin.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de leşkerên ku mirin serbaz in.
Hê kesî êrîşa xwekujiyê negirtiye ser xwe.