KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê teqîn pêk hat. Hat ragihandin ku di encama teqînan de 12 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Kerkûkê û taxa Kopru Başiyê du teqîn pêk hatin. Di teqînan de 12 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Berpirsiyarên bûyerê nayên zanîn.