SANA
Hat ragihandin ku di van 2 hefteyên dawiyê de di şerê ku li Yêmenê didome de 55 leşker û 400 milîtan mirin.
Li gor rapora saziya civaka sivîl a bi navê "Navenda Xebatan a Yêmenê" di 2 hefteyên dawiyê de di şerê ku li Amrana bajarê Yêmenê didome de 55 leşker û 400 milîtanên hûsiyan mirin.
Di raporê de hat diyarkirin ku balafirên artêşê di operasyonan de li ser herêmên ku di destê hûsiyan de ne bombeyan dibarîne.
Di raporê de hat eşkerekirin ku ji 55 kesên ku ji artêşê ne 30 kes hêzên ewlakariyê yên taybet in û piştî operasyonê ewilîn kontrol ketiye destê artêşê.