WASHINGTON
Li Sûriyeya ku şerê navxweyî didome, pêkhatina hilbijartinan bû sedem ku raya giştî ya cihanê bertek nîşan bide. DYAyê hilbijartin wekî "sosret" bi nav kir. Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-mûn jî got ku hilbijartin derveyî çarçoveya muzakereyên Cenewê de pêk hatin.
Arîkara Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Marie Harfê hilbijartinên li Sûriyeyê yên ku di bin siya nîqaşên meşrûiyetê de pêk hatin wekî "sosret" bi nav kir.
Harfê di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de destnîşan kir ku hilbijartin dê kêrî Serokdewletê Sûriyeyê Bişar Esed neyê. Her wiha Harfê diyar kir li Sûriyeya ku lê civakeke azad tuneye, pêkanîna pêvajoya hilbijartinên bi vî rengî karekî deraqil e.
Marie Harfê bi berdewamî wiha got: "Ev hilbijartinên ku ji rastiyan dûr û ji beşdariya siyasî bêpar in û bi destê rejima Esed pêk hatin, berdewamiya mîrata 40 salan a malbata Esed e. Her wiha cudatiyên siyasî bi zordestiyê diperçiqîne û daxwaza sûriyeyiyan a welatekî aram û pêşketî jî naîne cih.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-mûn jî der barê hilbijartinên Sûriyeyê yên ku di bin siya nîqaşên meşrûiyetê de pêk hatin de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de anî ziman ku hilbijartin derveyî çarçoveya muzakereyên Cenewê de pêk hatin.