20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
ANTALYA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di dema ziyareta xwe ya li Antalyayê de bi Barack Obamayê Serokê DYAyê re li ser telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên serokomariyê hatin bidestxistin Obama telefonî Serokomar Erdogan kir û diyar kir ku êrîşên terorî yên menfûr ên ku li Stenbol û Diyarbekirê qewimîn, şermezar dikin û di şexsê Erdogan de sersaxî dide hemû Tirkiyeyê.
Hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan jî ji ber sersaxiya wî û piştevaniya wî ya ku ji ber êrîşên terorê nîşan dide spasiya Obamayê Serokê DYAyê kir.
Hat ragihandin ku her du serokan di hevdîtinê de destnîşan kirin ku di serî de DAEŞ û PKK biryardar in ku dijî her cure terorê hevkariyê berdewam bikin.
Dan zanîn ku di dema axaftinê de bi wesîleya ziyareta Tirkiyeyê ya roja şemiyê ya Joe Bîdenê Arîkarê Serokê DYAyê dê mijara têkoşîna dijî terorê jî di nav de dê li ser mijarên cur bi cur bi hûrgulî berdewam bisekinin.