20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2016
ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku li Çaharsadaya Hayberpaktunhuvaya eyaleta li rojhilatê bakurê Pakistanê êrîşî zanîngehekê kirin û li gor agihiyên ewil 20 kes mirin.
Berdevkê hikûmeta eyaleta Hayberpaktunhuvayê Şewket Yûsufzaî destnîşan kir ku li gor agihiyên ewil 20 kes mirin.
Berdevkiya artêşê diyar kir ku pevçûn dewam dike û di pevçûnan da 4 êrîşkar hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku gelek kes birîndar bûne û qederê 20 ambulans şandine ciyê bûyerê.
Li gor agahiyan di dema êrîşê da li zanîngehê merasim dihat çêkirin.