16 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2016
MEZARÊ ŞERÎF
Li herêma Darkada wîlayeta Taharê ku dikeve bakurê Efxanistanê, 40 endamê Talibanê çek danîn û teslîmî rayedaran bûn.
Serokê Asayişa Taharê Nûr Mihemed Hakimî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di encama hewlên hêzên ewlekariyê da, çekdar bi xwesteka xwe digel çekên xwe teslîm bûn.
Hakimî destnîşan kir ku beşdarbûna çekdaran ji bo Bernameya Aştiyê gelekî girîng e û got, "Em hêvîdar in ku çekdarên mayî yên li seranserê wîlayetê, guh bidin vê bangawaziyê û beşdarî Bernameya Aştiyê bibin."
Berî nuha bi 2 mehan Darkada ku ketibû destê Talibanê dîsan kete destê hêzên ewlekariyê.
Bi destpêkirina Bernameya Aştiyê li Efxanistanê, bi hezaran endamê Talibanê teslîm bûn. Di çarçoveya Bernameya Aştiyê ku ji aliyê Konseya Bilind ya Aştiyê ve tê birêvebirin da, çekdarên ku çekê datînin û teslîm dibin îmkana piştevaniya maddî û kar û xebatê ji wan ra tê dabînkirin.