14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2016
ŞANLIURFA
Alîkarê Serokê Yekîtiya Eşîrên Ereb û Tirkmenan Ehmed Abbud Cuxanî got ku ew û kurdên sûriyeyî demeke dirêj e ku bi hev ra dijîn û wiha got: "Di eslê xwe da Esedê ku li kurdan zilm dikir PYD kir bela serê me, lewra Esed ji bo ku zextê li kurd, tirkmen û erebên mixalifê wî ye bike, dest pê kir û PYD ji xwe ra kir destiyê dasê."
Cuxanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, mebesta wan ew e ku gelê Sûriyeyê yê di navbera Firat û Dîcleyê da dijîn ji PYD, DAEŞ û rejima Esed biparêzin.
Cuxanî destnîşan kir, ji sedî 80yî gelê ku li Heseke, Reqqa û Tel Ebyadê dijîn tirkmen û ereb in, rêjeya mayîn jî ji kurdan pêk tê. Cuxanî got ku di şerê navxweyî yê li Sûriyeyê da herêm di navbera PYD û DAEŞê da hatiye dabeşkirin.
Cuxanî destnîşan kir ew û kurdên li Sûriyeyê demeke dirêj bi hev ra man û wiha dewam kir:
"Derdê me PYD û YPGya şaxa PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê ye. Di eslê xwe da Esedê ku li kurdan zilm dikir PYD kir bela serê me, lewra Esed ji bo ku zextê li kurd, tirkmen û erebên mixalifê wî ye bike, dest pê kir û PYD ji xwe ra kir destiyê dasê. Komkujî û zulmên PYDê bi gotinê xelas nabin. Herî kêm 100 hezar tirkmen û ereb ji ber zexta PYDê mecbûr man û malê xwe terk kirin. Rêxistina terorê ji derva kurdan tîne û di malê ku vala dike da bi cih dike. Di eslê xwe da bi vê yekê nijadkujiya herî mezin dike."
Cuxanî got ku PYDê tenê li herêma Elîbecliyê nêzî 20 hezar tirkmen û ereb tehcîr kir û nehîşt ku ereb û tirkmen li Tel Ebyadê bisitirin û wiha dewam kir: "Li herêma Holê ku nêzî sînorê Iraqê ye, tirkmen û ereb dijîn, lê PYD çendek berê ket wê derê û bi heman polîtîkayê ve gelek kes qetil kirin û wek mayîn jî bi darê zorê dan koçkirin."
Cuxanî got ku ev grûb mirovan bi zorê ji malên wan derdixe, li ser gel êşkence dike, ji ber ku ev wek rêxistina terorê nayê dîtin, ew li ber xwe dikevin. Cuxanî destnîşan kir ku PYD wê di paşerojê da zirarê bide hemû dinyayê.
Cuxanî destnîşan kir, "Rûsya, Amerîka û Esed PYDê diparêze û piştgiriyê didê. Em vê yekê baş dizanin" û wiha dewam kir:
"DAEŞê bi şer û pevçûnê hin herêm bi dest xistin, lê vê gavê hêdî hêdî bêyî ku guleyekî biteqîne, van deran ji PYDê ra dihêle. Mînaka vê ya herî eşkere jî me li Tel Ebyadê dît. Ez li Hesekeyê di tesîseke xaza siruştî da dixebitîm, xaza ku ji vê derê dertê, bi gotina Esed tê firotin an jî ji rejima Esed ra tê şandin. Li başûrê Hesekê DAEŞ bi gotina Esed dike, li bakurê wê jî PYD."
Aktivîstê sûriyeyî Ebdullah Ehmed jî got ku li herêmê kê ji PYDê nebe an jî bi gotina wan neke, zextê didin ser wan mirovan.