14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Bingeha baregeha leşkerî ya pirarmanc a ku Wezareta Parastina Almanyayê dê lê perwerdeya leşkerî bide Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê, hat avêtin.
Bingeha baregehê li herêma Behêrkayê ya ku 15 kîlomêtro dûr navenda Hewlêrê ye hat avêtin. Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hecî Osman, heyeta leşkerî ya ji Wezareta Parastina Almanyayê, serpereştên almanî yên ku berê Pêşmerge perwerde dikirin û berpirsê leşkerî yê baregehê Karzan Şeqlawayî beşdarî merasima danîna bingeha baregehê.
Şeqlawayî piştî merasimê der heqê baregeha leşkerî ya li bendê ne ku maliyeta wê bibe 3 milyon dolar da daxuyanî da peyamnerê AAyê û qala van pêzanînan kir, "Wezareta Parastina Almanyayê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da berê çek û serpereştê leşkerî şandibû Hewlêrê. Di çarçoveya van pêwendiyan da biryara çêkirina baregeha leşkerî ya ku dê ji sê beşan pêk were û hemû maliyeta wê aîdê Almayayê ye, hat dayîn. Em li hêviyê ne ku çêkirina baregehê di 6 mehan da kuta be. Beşa yekê dê ji bo perwerdeya leşkerî be, beşa du û sêyê jî dê ji bo temîrkirina wesayîtên zirxdar û çekan be."
Şeqlawayî qala alîkariyên Almanyayê yên ji bo Pêşmerge kir û wiha got, "Piştî êrîşên DAEŞê yên bi ser herêmê de Almanyayê piştgiriyeke mezin a techîzat û lojîstîkê da Pêşmerge. Di destê hêzên me yên ku li pêşiya eniyan şer dikin, bi piranî çekên alman antîtankên Mîlan hene. Ev nêzîkî du salan e ev çek tên emilandin û êdî pêdiviya wan bi temîrê heye. Bi saya vê baregeha leşkerî êdî temîr û paqijkirina van çekan dê mimkûn be."