Muhammet Kurşun
22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî dawiya vê heftiyê li Enqereyê digel Serokomar û Serokwezîr hevdîtinên resmî pêk bîne.
Li gor agahiyên ku peyamnêrê Ajansa Anadoluyê ji çavkaniyên dîplomatîk wergirtin, Barzanî dîdarên xwe yên li Ewropayê dê seredaneke resmî bo Tirkiyê bike.
Tê çavnêrîkirin ku Barzanî digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û gelek berpirsên din re bicive.
Di dîdaran de dê Barzanî têkiliyê Tirkiye û Herêma Kurdistanê, operasyona rizgarkirina Mûsil û Telaferê ji DEAŞê û mewcûdiyeta PKKê li Şengalê bi serkirdeyên Tirkiyê re binirxîne.
Di hevdîtinan de herwiha dê mewcûdiyeta Eskerên Tirkiyê li Kampa Başîkê, têkiliyên dualî yên aborî û bazirganî û îxracata petrolê jî were xeberdan.