Mesut Zeyrek
17 Tebax 2023•Rojanekirin: 22 Tebax 2023
Li Almanyayê ji ber barana gur û bahozê Balafirgeha Frankfurtê di binê avê da ma.
Li Frankfurtê ji bilî qatên binî yên avahiyan balafirgeh jî di binê avê da ma û gelek sefer betal bûn.
Berdevktiya balafirgehê daxuyand ku ji ber lehiyê hin sefer bi derengî ketin, hinek hatin betalkirin û hinek sefer jî ji bo ku ji balafirgehên din bên kirin hatin transferkirin.
Hat gotin 70 seferên balafirê yên divê duh şev çêbibûna hatin betalkirin.
Li eyaletên Baden-Wurttemberg, Rheînland-Pfalz û Thurîngenê jî ji ber barana gur û bahozê qatên binî yên avahiyan di binê avê da man.
Tîmên agirkujiyê ji bo ku mal, kuçe û bihûrekên di binê avê da mane paqij bikin heta serê sibeyê xebitîn.