20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî îdia kir ku hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê gundên ereban ên ku ji destê rêxistina terorê DAEŞê derxistin agirdadayî kirin.
Di lêkolîna qadê ya ku bi destê rêxistina efûyê hat pêkanîn da wiha hat gotin, "Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê û milîsên kurd bi hezaran xaniyên ku ji rêxistina terorê DAEŞê rizgar dikin, bi saîqa tolhildanê bi dozeran an jî bi teqemeniyan rûdixînin."
Hat destnîşankirin ku rapora navborî di encama lêkolîna qadê û hevdîtina bi 100 şahidên ji 13 gund û bajarokî ra hat amade kirin û wiha hat gotin, "Herwekî ku di dîmenên peykê da jî xuyan e hêzên Pêşmerge rûxîneke mezin pêk tîne an jî milîsên êzdî, hêzên kurd ên ku ji Tirkiye û Sûriyeyê hatin di tevkariya Pêşmerge da vê pêk tîne."
Donatella Roverayê ku li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li bakurê Iraqê ev xebat meşand wiha got, "Hêzên Pêşmerge, gundên ku ji DAEŞê rizgar dike dişewitîne, xelkê ereb ê li wê derê bi awayekî sîstematîk û bi darê zorê koçber dike. Koçberkirina sivîlên navborî ya bi darê zorê û bi zaneyî, rûxandina milkên wan a bêyî hinceteke leşkerî dibe wekî sûcê şer were hesibandin."
Roverayê destnîşan kir ku bi deh hezaran erebên ku ji ber şer koçber bûne, aniha di nava şert û mercên dijwar da li ber xwe didin.
Belgeyên di raporê da rûxîna xaniyên li gund û bajarokên li ser Nînova, Kerkûk û Diyalayê yên ku hêzên Pêşmerge ji îlona 2014an heta adara 2015an ji DAEŞê rizgar kirin, didin nîşan.
Ji hêla din, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî diyar kir îdiayên ku dibêjin kurdan bi qesdî û zanetî gundên ereban şewitandin û rûxandin, bêbingeh û derew in û wiha got:
"Pêşmerge nêzîkî hezar kîlomêtro axê bi rêxistina herî wehşî ya dinyayê ra parve dike. Ev rêxistin dafikên bombedar davêje ser mirovan, heywanan, xaniyan, piran û rêyan. Di rizgarkirina van herêman da rûxînên mezin çêdibin. Ji tebaxa 2014an vir da hêzên hevpeymana navneteweyî li dijî kozikên terorîstan hemleyên asîmanî pêk tînin. Hemû kozikên rêxistinê li wargeh û dezgehên hikûmetê ne. Şer û ceng timî bi xwe ra rûxînê jî tîne. Herêma Kurdistanê rûxîneke qesdî nekiriye."