HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê Cebar Yawer destnîşan kir ku ji bo xilaskirina Mûsilê divê ji xeynî erebên şiî û kurdan, erebên sunî jî tevlî plana operasyonê bibin.
Yawer der heqê mijarên têkoşîna artêşa Iraqê û pêşmergeyan a li dijî DÎŞIyê, alîkariya Îran, Tirkiye û dewletên koaslîsyonê ya ji bo Iraqê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Yawer diyar kir ku divê hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo Mûsilê planeke berfireh amade bike û wiha got: "Divê hêzên koalîsyonê, gelê bajêr û eşîrên herêmê jî tevlî operasyonê bibin. Heger tenê pêşmerge û birayên me yên şiî şer bikin ev dibe sedema şerê navxweyî. Wê di navbera şiî û suniyan da û di navbera ereb û kurdan da şer dekeve. Ji ber vê jî divê her kes tevlî pêvajoyê bibe."
Yawer destnîşan kir ku heger planeke baş were amadekirin wê pêşmerge piştgiriyê bidin operasyonê û wiha got: "Rêveberiya Kurdistanê alîkariyê dide operasyoneke berfireh. Lewra li qismeke Mûsilê kurd jî dijîn. Jixwe herêmên li rojavayê Mûsilê di destê me de ne."
- "Planeke hikûmeta Iraqê ya ji bo rizgarkirina Iraqê tuneye"
Yawer îdia kir ku planeke hikûmeta Iraqê ya ji bo rizgarkirina Mûsilê tuneye û wiha got: "Heger planeke wan tunebe nikarin bi me ra biaxivin. Tê gotin ku wê Mûsil heta dawiya sala 2015an neyê rizgarkirin. Ev fikra me nîne. Lê gotegotên wiha hene. Divê hikûmet planeke berfireh hazir bike. Li Mûsilê ji xeynî 23 hezar polês 2 yekîneyên artêşê yên Iraqê hebûn. Yanê 60-70 hezar çekdar, lê nekarîn Mûsilê biparêzin. Niha jî qala rizgarkirina Mûsilê dikin. Beriya her tiştî divê Selahedîn were rizgarkirin."
- "DÎŞI hebûna xwe diparêze"
Yawer diyar kir ku bi 6 hezar polêsên ku li nêzî nehiyeya Başikayê tên perwerdekirin Mûsil nayê rizgarkirin, ji bo operasyonê divê leşkerên perwerdeya taybet dîtine hebin. Yawer got ku DÎŞI li Ramadî, Selahedîn, Hît û Beletê hebûna xwe diparêze û wiha dewam kir: "Divê ji bo xilaskirina Mûsilê divê milîtanên li herêmê werin têkbirin."
Yawer destnîşan kir ku heta van deran xilas neke operasyon nayê kirin û wiha dewam kir: "Wê ji hewayê va bi firokeyan yekîneyan deynin Mûsilê? Ji ber vê jî dibêjin amadehiyeke berfireh lazim e. Kadroyên leşkerî yên pispor divê dest bavêjin mesleyê û pêvajoyê îdare bikin."
- Alîkariyên leşkerî yên Tirkiyeyê
Yawer detnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê tunene û wiha got: "Tenê pisporên perwerdeya leşkerî hene. Wekî perçeyekî NATOyê perwerdeyê didin pêşmergeyan. Ji Tirkiyeyê 20-30 pispor hatine."
Yawer diyar kir ku di têkoşîna dijî DÎŞIyê da Tirkiyeyê hin medeyên teqemeniyê şand û wiha got: "Em sipasiya Tirkiyeyê dikin ku di vê pêvajoyê da bû alîkar. Wek mayîn Tirkiyeyê destûr da ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin. Ji ber vê em sipasiya Tirkiyeyê dikin."
Yawer destnîşan kir ku leşkerên dewletên biyanî tenê li Kurdisdtanê pêşmergeyan perwerde dikin.
Yawer diyar kir ku alîkariya leşkerî ya hêzên koalîsyonê li Bexdayê tên kotrolkirin û paşê tên Hewlêrê û wiha got: "Ji bo ku alîkariya leşkerî were Hewlêrê me ji Wezareta Parastinê ya Iraqê daxwaz kir ku 6 leşker li Hewlêrê werin wezîfedarkirin, lê hê bersivekê nedane me."
- Îdiaya teyareyên Îranê li Iraqê ne
Li ser pirsa ‘Îranê bi teyareyên xwe va li Iraqê di ser DÎŞIyê da bombe barand?’ Yawer wiha axivî: “Em nizanin ku teyareyên Îranê tevlî êrîşan bûn yan na. Lewra sîstema me ya radarê tune. Lê bele di paşdahildana Sediyeya navçeya Diyalayê da pisporên ji Îranê hebûn. Ev jî mijareke veşartî nîne. Her kes dizane ku leşkerên Îranê li wê dere ne.”
Yawer destnîşan kir ew ji wan cihên ku piştî ku artêşa Iraqê vekişiya ketin kontrola pêşmergeyan venakişin û wiha pê da çû:
“Çima her tim herêmên ku li gor madeya 140î bi pirsgirêkên û di destê me da ne tînin rojevê. Em hêzên Îsraîlê nînin yan jî em ji Afrîkaya Başûr nehatin. Em du dewletên cuda jî nînin. Em wek ezayeke sîstema parastina Iraqê herêmên xwe diparêzin. Çima vekişin.”
Yawer li ser mijara alîkariya çekên giran an ji bo pêşmergeyan jî axivî û destnîşan kir ku hin çek ji wan ra hatin û wiha got: “Ji Almanyayê antî-tank û doçka hatin. Me bi taybetî tank, top û hummerên erebeyên leşkeri xwestin. Lewra di destê dijminê li hemberî me da ew hene. Van welatan daxwaza me qebûl kirin. Lê bele ji bo vê biryareke siyasî hewce dike. Di pêşerojê da Kurdistanê ji niha hêsantir bibe xwediyê çekên giran.”
Yawer eşkere kir ku di budçeya 2015an ya Iraqê da ji bo pêşmergeyan milyarek dolar pere hat nivîsandin.