Hat ragihandin ku li Iraqê hezaran pêşmerge bi çekên giran ber bi Şengalê ve diçin.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li herêmê, pêşmerge li Zummara Mûsilê serê sibê bi çekên giran, top, tank, doçka û fuzeyên katyuşayê ve rê ketin. Mîlîsên êzdî û balafirên şer ên koalîsyonê jî bi koma pêşmergeyan re ne.
Pêşmergeyan duh hemû gundên derûdor ên Zummarê ji destên DÎŞIyê xilas kirin û îro jî ber bi Şengalê ve diçin.
Pêşmerge qasî 30 kîlomêtroyan pêş ve çûn û cihê ku pêşmerge lê ne çiyayê Şengalê ya ku bi hezaran êzdî lê asê mabûn xuya dike.
Rayedarên pêşmergeyan daxuyandin ku armanca wan ew e ku ewil bajaroka Sînûnê û pişt re jî Şengalê azad bikin.
Ji hêla din Fermandarê Pêşmergeyan ên Başikayê Seîd Memûzînî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku duh di operasyonan de 86 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin. Memûzînî got ku cesedê 40 milîtanan rakirin morga nexweşxaneyên li Mûsilê.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Zummarê Raşîd Hecî Elî jî got ku di pevçûnan de 7 pêşmerge mirine û 15 pêşmerge jî birîndar bûne.