08 Adar 2016•Rojanekirin: 09 Adar 2016
HEWLÊR
Cebar Yawerê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) destnîşan kir ku heta nuha planeke berceste ji bo rizgarkirina Mûsilê di holê da tuneye û got, "Ketina dilê rêxistinê karekî asan nîne. Ji bir vê yekê pêwîstî bi amadekariyeke ciddî ya leşkerî heye."
Cebar Yawer di daxuyaniya xwe ya der barê operasyona muhtemela rizgarkirina Mûsilê da ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku amadekariyên ji bo rizgarkirina Mûsilê ya ku nêzîkî 2 salan e di destê DAEŞê da ye, berdewam in lê heta nuha tu planeke berceste ji bo rizgarkirina Mûsilê di holê da tuneye û got, "Hêzên pêşmerge bajêr ji sê aliyan ve, ji rojava, bakur û rojhilat ve dorpêç kiriye. Kurd ji bo wê operasyonê ji par va amade ne. Hêzên me li hin cîhan tenê bi qasî 30 kîlometroyan dûrî navenda bajêr in. Lêbelê hikûmeta navendî bi tamamî amade nîne ji bo operasyonê. Berî Mûsilê divê hê gelek herêman rizgar bikin."
Yawer behsa wan cihên ku pêwîst e berî Mûsilê bistînin û got, "Divê cihên weke Hît, Fellûce, Qaîm, Hewîce û Qeyyara pêşî ji DAEŞê bên paqijkirin. Heta çekdar ji wan herêman neyê avêtin, gaveke stratêjîk nîne ku êrîşî Mûsilê bikin."
Yawer anî ziman ku wê bi teqez artêşa Iraqê, pêşmerge û hêzên hevpeymanan beşdarî operasyona Mûsilê bibin jibilî van hêzan, hinek hêzên din beşdar dibin yan na hê diyar nîne.
Cebar Yawer der barê zehmetî û astengên li pêşiya operasyonê wiha axivî:
"Li navenda bajêr nêzîkî 2 milyon welatiyên sivîl hene. Heger pevçûn dest pê bikin, wê ev mirov bi kuderê ve bên texliyekirin. Jixwe li Herêma Kurdistanê nuha milyonek û 800 hezar koçber û penaber hene, heger 2 milyon kesên din werin vêca hûn bifikirin. Pêwîst e Neteweyên Yekbûyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî demildest kampên têrker û pêdawîstiyên sereke dabîn bikin. Tevî vê dema destpêka operasyonê divê sivîlan biparêzin. DAEŞê hemî baregehên xwe yên leşkerî di nava sivîlan da ava kirine."
Yawer Mûsil weke dilê rêxistinê wesif kir û got, "Rêxistin ji bo parastina keleha xwe çi ji dest bê wê bike. Şikestina DAEŞê di Mûsilê da tê wê wateyê ku li Sûriyeyê jî derbe xwar. Li gorî texmînên me, ji ber ku wê berxwedanekê bihêz bidin dibe ku pevçûneke giran çêbibe."
Yawer behsa giringîdana tedbîran ya Herêma Kurdistanê kir û got, "Me weke Wezareta Pêşmerge yekîneyên leşkerî ava kirine ku ji hemî kom û kêm neteweyan weke êzidî, şebek, kakeyî, tirkmen û fillehan pêk tên."