11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
HEWLÊR
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê Cebar Yawer destnîşan kir ku DAEŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da ji çar paran yekê erdnîgariya Iraqê kiribû destê xwe û got ku vê gavê tenê Mûsil û çend herêm di dest da mane.
Ji ser bidestxistina Mûsilê ya bi destê DAEŞê va 2 sal derbas bû û Yawer der heqê vê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Yawer destnîşan kir piştî ku DAEŞê di hezîrana 2014an da demildest Mûsil bi dest xist li ciyên ku sunî hene hêz û nifûza xwe zêde kir û wiha got: "DAEŞa rêxistina terorê dema di sala 2014an da derket holê di demeke kurt da ji çar paran yekê erdnîgariya Iraqê kir destê xwe û dagir kir. Tevahiya bajarên wek Mûsil, Selaheddîn û Enbarê û hin herêmên Kerkûk û Diyalayê ketin destê DAEŞê. Wek mayîn heta ber deriyê paytext Bexdayê hat. Hin sînorên Sûriye û Urdinê bi dest xist."
Yawer gotinên xwe domand:
"Hemû bîrên neftê yên nêzî herêma deşta Nînovayê, Çiyayê Hemrîna ser bajarê Diyalayê û Kerkûkê di destê rêxistinê da bûn lê niha tu tişt destê wan da nema. Bi qaçaxî firotina neftê jî êdî wek berê hêsan nîne. Hêzên koalîsyonê yên bi pêşîkêşiya DYAyê li Iraqê û Rûsya jî li Sûriyeyê êrîşî ser konvoya tankêrên rêxistinê yên ku neftê dibin, dikin. Ez ne bawer im ku li Iraqê bîrên neftê yên girîng di destê wan da mabin. Ev jî nîşan dide ku rêxistin di qada aboriyê da çiqas ketiye nav tengasiyê."
Yawer destnîşan kir ku piştî du salan ji nivî zêdetir axa di destê rêxistinê da bû jê hat stendin û wiha pê de çû: "Niha di halê hazir da ji bilî bajarê Mûsilê û çend herêmên din tişt di destê DAEŞê da nemaye. Di serî da milet jî li rêxistinê xwedî derdiket lê piştî ku milet kirinên milîtanên rêxistinê bi çavên xwe dîtin hêdî hêdî jê dûr ket. Xwîn rijandin, piştî ku cihek bi dest dixistin tedayî li xelqê dikirin û li dijî xelqê sûcên mezin dikirin, xelqê jî ji ber van kirinan bi rêxistinê negirt."
Yawer got ku rêxistina DAEŞê cihên dagir dikir jî di nav de him ji welatên Ewropayê û him jî ji deverên din ên dinyayê milîtanan peyda dikir.
Li gor daneyên ku Wezareta Pêşmerge ji çavkaniyên cihê cihê peyda kir di nav du salan da nêzî 20 hezar milîtanên rêxistinê hatin kuştin û niha jî nêzî 10-15 hezar şervanên DAEŞê hene.
- "Emê li Mûsilê derbeyeke mezin li DAEŞê bixin"
Esîl Nûceyfiyê Fermandarê Heşdû Wetanî (hêzên sinî) û Waliyê berê yê Mûsilê diyar kir ku 20 kîlometreyî dûrî navenda bajarê ku di kontrola DAEŞê da ye ne, operasyona xilaskirina bajêr naşibe operasyonên li herêmên din.
Nûceyfî diyar kir ku operasyona li ser Mûsilê ewê derbeyeke mezin li DAEŞ bixe û wiha pê da çû:
"Operasyona xlaskirina Mûsila ku di destê DAEŞê da ye ewê îsal dest pê bike. Sê aliyên bajêr bi destê pêşmergeyan hatiyê pêçan û artêşa Iraqê jî dixwaze ku li başûrê bajêr pêşda here. Li navenda bajêr hucreyên me yên veşartî hene û li hêviya emrê me ne. Emê li Mûsilê derbeyeke mezin li DAEŞê bixin. Têkbirina rêxistinê tê wê meneyê ku ew ê li Iraqê ji holê bê rakirin."
Komiseriya Bilind a Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe ya 7ê hezîranê da diyar kiribû ku ji sala 2014an virda di pevçûnan da 22 hezar sivîl mirin, 43 hezar sivîl jî birîndar ketin. Hatibû destnîşankirin ku encama pêvçûnên li Enbarê tevlî van daneyan nekirine.