Elif Orhan
09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 10 Hezîran 2016
LOUISVILLE
Merasima cenazeyê ya Mihemed Eliyê boksorê efsane yê DYAyî û parêzvanên mafên mirovan a ku di 74 saliya xwe de mir a ku dê du roj berdewam bike îro bi nimêja cenazeyê ya ku îro Lousîvîlleyê hat kirin dest pê kir.
Bajarê Louîsvîlleya bajarê eyaleta Kentuckê ya ku Mihemed Elî lê hat dinê werzîşvanê navdar oxir dike. Di çarçoveya merasimên ku dê du roj berdewam bikin de îro li "Freedom Hall"a ku boksorê efsane lê cara ewil derket maça xwe ya profesyonel nimêja cenazeyê hat kirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Wezîrê Werzîş û Ciwaniyê Akîf Çagatay Kiliç, Serokê Kar û Barên Diyanetê Mehmet Gormez, hunermendê îngiliz Yusuf Îslamê ku di sala 1977an de misilman bû, Hamza Yusufê akademîsyenê DYAyî û rîspî yê ku di 17 saliya xwe de misilman bû, Serokê Natîon of Islamê Louis Farakhan, aktîvîstê mafên çermreşan Jesse Jackson, Don Kîngê organîzatorê boksê yê ku maçên Mihemed Elî jî organîze dikir di nav de gelek nûnerên alema werzîşê û bi hezaran misilman beşdarî nimêjê bûn.
- Ji sûreyên Rehman û Fecrê ayet hatin xwendin
Mirovên ji dînên din jî di çarçoveya wesiyeta Mihemed Elî de di hêwanê de ji beşa ku ji bo wan hatibû veqetandin merasima cenazeyê şopandin.
Beriya nimêjê li hêwanê ji sûreyên Rehman û Fecrê ayet hatin xwendin. Piştî ku Qur'ana Pîroz hat xwendin cenazeyê Mihemed Elî ji aliyê misilmanên ku Yusuf Îslam û Hamza Yusuf jî di nav de ne li gel tekbîran ji wesayîta cenazeyê hat hildan û cenazeyê anîn hêwanê.
Îmam Zaîd Shakîr piştî ku der heqê nimêja cenazeyê de agahiyên kurt dan nimêjê da kirin.
Endamên malbatê di merasimê de ji beşa ku ji bo wan hatibû veqetandin sersaxî qebûl kirin.
Ji bo boksorê efsane merasima duyemîn dê sibê li "KFC Yum!Center"ê bê kirin. Tê payîn ku nûnerên ji dînên din û aliyên cuda yên civakê beşdarî merasimê bin.
Hat diyarkirin ku di merasima vir de digel Bill Clîntonê Serokê DYAyê yê berê dê lîstikvan Wîll Smîth, komedyen Bîlly Crystal û pêşkêşvanê werzîşê Bryant Gumbel biaxivin.
Cenazeyê Mihemed Eliyê boksorê efsane dê îro li kolanên Louîsvîlleyê yên ku hatin diyarkirin bên guhastin û li goristana Cave Hîll bê veşartin.