2016 ж. 08 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 09 наурыз
ANKARA/ŞAM
Li Sûriyê digel agirbesta berwext û qismî di alîkariya ku ji herêmên bin ablûkayê ra tê şandin da tengasî dertên. Neteweyên Yekbûyî bal kişand ku hêzên rejimê ji bo aklîkariya ku diçe herêmên bin ablûkayê astengiyê derdixe. Li bajaroka Madayaya ku dikeve bakurê rojavayê Şamê nexweşiyeke bi navê "Kuvaşiorkor"ê dest pê kir û sedema vê nexweşiyê kêmxwarina proteînê ye.
Li ser agirbesta qismî û berwext ra 10 roj derbas bûn. Her çend êrîşa li ser cihên sivîlan kêm bûye jî, Rûsya û hêzên rejimê peymana agirbestê binpê dike.
Piştî ku agirbestê dest pê kir ji 18 herêmên ku di bin ablûkayê da ne tenê ji Muaddamiyeya navçeya Şamê, Kafr Batna navçeya Dogu Gutayê, bajarokên Ayn Terma, Duma, Cobar, Bety Suva, Hamuriye û Cesrînê ra alîkarî hat şandin û alîkarî gihîşt van deran. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku hêzên rejimê ji tirên alîkariyê ra pirsgirêk derxistin û ew gelek dan sekinandin.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Farhan Haq jî gotibû ku li Sûriyê şandina alîkariyê dewam dike, lê rejim li hin herêman pirsgirêkan derdixe. Haq di 3yê adarê da daxuyanî dabû û gotibû ku rejimê di 29ê sibatê da nehîşt konvoya alavên tibbî biçe Muaddamiyeyê, amûrên emeletê jî negihîşt wê derê.
Çavkaniyên Mudamiyeyê dibêjin ku di tirên alîkariyê da tenê alavên paqijî û xidayê hene, derman û amûrên emeletê tunene.
Li Madayaya bakurê rojavayê Şamê jî nexweşiyeke bi navê "Kuvaşiorkor"ê dest pê kiriye. Sedema vê nexweşiyê kêmasiya proteînê ye. Tê ragihandin ku li bajarokê nêzî 50 zarokî bi vê nexweşiyê ketine, zarokek jî heftêya borî miriye.
392 nexweşên giran hê li bendê ne ku ji bajarokê werin derxistin. NYê di 18ê rêbendanê da bal kişandibû ku li bajarokê 400 nexweşên giran hene. Di 12 û 29ê sibatê da 4 nexweş ji bajarokê hatibûn derxistin.
Çavkaniyên herêmê dibêjin ku 7 meh in alîkarî ji Rastana navçeya Humusê ra nehatiye şandin û li navçeyê nan nemaye. Meclisa herêmî ya navçeyê îna borî ji bo alîkariyê bangî NYê kiribû.
- Hilweşandina bipergal
Milîsên Hizbullahê û hêzên rejimê li navçeya Zebedaniya Şamê û bajaroka Madaya û Bakkînê avahiyan yek û yek diteqînin.
Serokê Meclisa Herêmî ya Zebedaniyê Cemil Tinavî daxuyanî dabû nûçegihanê AAyê û gotibû ku li bajêr Esed û Hizbullah avahiyan bi pergal hildiweşînin.
Serokê Komîteya Bilind a Mizakereyan a mixalifên Sûriyê Riyad Hîcab îna çûyî daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Li Cenevreyê ji bo ku hevdîtinên aştiyê cardin dest pê bikin, li gor me şert û merc ne guncan in. Lewra biryara BMGKê ya ku hejmara wê 2254 e nehat sepandin, alîkariyên mirovahî negihîştin cihên xwe, ablûka ranebûn û girtî nehatin berdan."
18 herêmên ku di bin ablûkayê da ne, ev in:
Bajaroka Madayaya Şamê, navçeya Muddamiyeyê, navçeya Dogu Gutayê (bajarokên Kafr Batna, Ayn Terma, Duma û Cobarê) kampa Yermûkê, navçeya Zebadaniyê, bajarokên Cayrud û Ruhaybahê, bajaroka Kanakîrê, bajaroka Tadamûnê, taxa Hacer el Eswedê, navçeya Dareyyayê.
- Telbîseya navçeya Humsê, navçeya Rastanê, herêma Holayê, semtê Vaerê.
- Fua û Kafraya bajarokên Îdlibê.
- Navenda bajarê Deyrizorê.