Önder Beyter
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 22 Gulan 2018
YERMUK/ANKARA
Di encama lihevkirina Rejima Beşar Esed û rêxistina terorê DEAŞê da konvoya ewil a ku terorîst û sivîlên ku naxwazin di bin kontrola rejimê da bijîn vediguhezîne, bi rê ket.
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê ji çavkaniyên xumalî yên li Kampa Yermukê wergirt, DEAŞ û rejima Beşar Esed li hev kirin.
Konvoya ewil a ku DEAŞî û sivîlên ku naxwazin di bin kontrola rejimê da bijîn vediguhezîne, ji kampê derket.
Hat ragihandin ku terorîstên DEAŞî wê bi 7 otobusan va biçin çola ku li parêzgeha Humsê ye û wekî Badiya tê zanîn. Herwiha li devera navborî vêga mensûbên DEAŞê hene.
9 otobusên ku sivîlan dibin jî ber bi Îdlibê bi rê ketin. Tê texmînkirin ku texliye wê dewam bikin.
- Rewşa Kampa Yermukê
Kampa Yermukê wargehek e ku ji 16 kîlomêtrokareyan pêk tê û herwiha 8 kîlomêtro li başûrê Şamê ye û bi piranî penaberên Filistînî lê dimînin.
Beriya ku rejim pêş da biçe, 8 kîlomêtrokare ji beşê rojavayê kampê di destê rêxistina terorê DEAŞê da, 7 kîlomêtrokare ji beşê rojhilatê kampê jî di destê Artêşa Azad a Sûriyeyê da bû.
Li bakurê kampê kîlomêtrokareyek xak jî di kontrola ji komên çekdar ên dijî rejimê Heyet Tehrîr Şamê da bû.
Dawiya nîsanê di encama lihevkirina bi rejimê ra da Artêşa Azad a Sûriyeyê û Heyet Tehrîr Şam ji herêmê hatibûn texliyekirin.
DEAŞ hê jî li Sûriyeyê li aliyê Iraqê li Dêra Zorê, li çola Humsê û herwiha li rojavayê Derayê hindik be jî heye.