İbrahim Atmaca
21 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
KUDUS
Piştî Amerîka û Guatemalayê Paraguaya welatê Amerîkaya Başûr jî balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir û bire Qudsê.
Piştî merasima fermî Balyozxaneya Qudsê ya Paraguayê vebû.
Serokê Dewleta Paraguayê Horacio Cartes, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û hin wezîrên Îsraîlî beşdarî merasima vekirinê bûn.
Piştî Amerîka û Guatemalayê, Paraguay bû welatê sêyemîn ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir û bire Qudsê.
Balyozxaneya Qudsê ya Amerîkayê di 14ê gulanê da bi merasima ku zavayê Serok Donald Trump û şêwirmendê wî Jared Kushner û Ivanka Trumpa keça wî beşdar bûbûn va vebûbû.
Roja ku balyozxaneya Amerîkayê vebû, li ser sînorê Xezeya ku dorpêçkirî ye, him ji bo barkirina balyozxaneyê him jî Nekbeya (Felaketa Mezin) sala avabûna Îsraîlê xwepêşandan hatin lidarxistin. Eskerên Îsraîlê êrîşî xwepêşandanan kiribûn û ji 60î zêdetir Filistînî şehîd bûbûn, bi hezaran Filistînî jî birîndar bûbûn.
Guatemalaya welatê Amerîkaya Navîn jî piştî Amerîkayê di 16ê gulanê da balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kiribû û biribû Qudsê.