Dinya

Li Îdlibê teqîn: 2 kuştî, 50 birîndar

Li Îdlibê wesayîta bombebarkirî hat teqandin, di encama teqînê da li gor tesbîtên ewil 2 sivîl hatin kuştin, 50 sivîl jî birîndar bûn.

Haydar Şahin  | 26.05.2018 - Rojanekırın : 28.05.2018
Li Îdlibê teqîn: 2 kuştî, 50 birîndar

İdlib

ÎDLIB

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê wesayîta bombebarkirî hat teqandin, di encama teqînê da li gor tesbîtên ewil 2 sivîl hatin kuştin, 50 sivîl jî birîndar bûn.

Mistefa Hecî Yusifê Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê (Komsipî) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navenda bajêr wesayîta bombebarkirî înfilaq kir.

Yusif got, "Di encama teqînê da li gor tesbîtên ewil 2 sivîl hatin kuştin, 50 sivîl jî birîndar bûn."

Hat destnîşankirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li der û dorê, di teqînê da zirar li gelek xanî, wesayît û avahiyan ket.

Hetanî vê gavê tu kesî berpirsyariya teqînê hilneda ser xwe.

Wekî mayîn meha borî li Îdlibê li pêşiya nexweşxaneyekê teqîn çêbibû, di teqînê da 12 kes hatibûn kuştin û 25 kes jî birîndar bibûn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın