Dinya

Nûçegihanê AAyê li ser sînorê Xezeyê birîndar bû

Nûçegihanê AAyê Ali Cadallah wextê çalakiyên "Meşa Vegera Mezin" a ku ev neh hefte ne dewam dikin, dişopand di mudaxeleya eskerên Îsraîlê da birîndar bû.

Abdullah Tel  | 26.05.2018 - Rojanekırın : 27.05.2018
Nûçegihanê AAyê li ser sînorê Xezeyê birîndar bû

Palestinian Territory

XEZE

Nûçegihanê wêneyan yê Ajansa Anadoluyê (AA) Ali Cadallahê ku li ser sînorê Xezeyê çalakiyên "Meşa Vegera Mezin" a ev neh hefte ne dewam dikin, dişopand ji ber mudaxeleya eskerên Îsraîlê birîndar bû.

Cadallahê 28 salî yê nûçegihanê wêneyan yê AAyê bi qapsûla bombeya xazê ya ku eskerên Îsraîlê avêt û li singê wî ket birîndar bû.

Nûçegihanê AAyê Cadalahê ku ji ser xwe çû ji hêla wezîfedaran va bi ambûlansê va birin nexweşxaneya Şifayê ya li Xezeyê.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Filistînê Eşref el-Qudra daxuyanî dabû û gotibû ku eskerên Îsraîlê di çalakiyên li rojhilatê Xezeyê pêk hatin da xaza rondikrêj û guleyên heqîqî emilandin û ji ber van jî 86 kes birîndar bûn.

Filistînî di çarçoveya sala 42yemîn a "Roja Axê" da ji 30yê adarê vir va li ser Xeta Xezeyê ya ser sînorê Îsraîlê û di bin dagirkeriyê da ye bi navê "Meşa Vegera Mezin" çalakiyên aştiyane li dar dixin.

Eskerên Îsraîlê jî guleyên heqîqî berdidin gelê sivîl ên ku dixwazin "bila dorpêça ji sala 2006an vir va li ser Xezeyê bê rakirin û ew bikaribin vegerin ser axa xwe.

Ji destpêka çalakiyan heta niha zarok û rojnameger jî di nav da ji 110î zêdetir Filistînî bi destê eskerên Îsraîlê va hatin şehîdkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

- Roja Axê çi ye?

Îsraîlê di 30ê Adara 1976 da li herêma Celîleyê ku dikeve bakurê welêt, dest da ser bi hezaran donim erdê Filîstîniyên welatiyê Îsraîlê. Gelê Filistînê jî ji bo protestokina vê xesbê dest bi greva giştî kir û xwepêşandan li dar xistin.

Polêsên Îsraîlê jî wê demê gule berdan Filistîniyên ku beşdarî xwepêşandanan bûn, 6 kes şehîd kirin û gelek kes birîndar kirin.

Ev roj wek "Roja Axê" tê bibîranîn û wek nîşaneya berxwedana Filistîniyan tê dîtin ku di mijara axê da bû sedema şerê Îsraîl û Filistînê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.