Polîtîka, Dinya

Di mitînga HDPê de qada Neumarktê vala ma

Di mitînga HDPê ya hat îdiakirin ku li Kolnê bi dehhezaran mirov beşdar bûn de qada Neumarktê vala ma

Elif Orhan  | 27.05.2018 - Rojanekırın : 27.05.2018
Di mitînga HDPê de qada Neumarktê vala ma

Nordrhein-Westfalen

KOLN

Meqamên Almanyayê yên ku ji bo Hilbijartina Parlementeriyê ya Heyama 27emîn û Serokomariyê ji siyasetmedarên Tirk re qedexeya kampanyaya hilbijartinê anîn dema ku HDPê li Kolnê mitîng kir dengê xwe dernexist.

Di mitînga ku li qada Neumarktê hat lidarxistin û organîzatoran îdia kirin ku dê bi dehhezaran mirov beşdar bibin de li gor agahiyên ku ji berdevkê polêsên Kolnê hat bidestxistin nêzî hezarî mirov beşdarî mitîngê bûn.

Dema mitîngê dest pê kir paçikên PKKya rêxistina terorê hatin vekirin û bi hişyariya polêsên Almanyayê paçik hatin daxistin. Kesên di qadê de gelek caran dijî Tirkiye û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dirûşm berz kirin.

Almanan beriya "Mitînga Dijî Derbeyê Demokrasî" ya ku di temûza 2016an de hat lidarxistin bi biryara mehkemeyê ya ku ji nişka ve hat sitandin qedexe kiribûn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telekonferansê xitabî gel bike û di mitînga îro de jî destûr dan ku peyama bideng a namzedê serokomariyê yê HDPê û Hevserokê Giştî yê berê yê girtî Selahattîn Demirtaş bê guhdarîkirin.

Rojnamevan Hayko Bagdat di mitîngê de axivî û îdia kir ku tu kesên ku hatiye vê qadê naxwaze ku kesekî din bikuje û ew kesên ku dibêjin vê komê "terorîst" bixwe terorîst in.

Bagdat piştî axaftina xwe telefona xwe ya destan bi pergala dengê ve girê da û qeyda dengê Demirtaş "ê ku ji girtîgehê şand" bi kesên li qadê da guhdarkirin.

- Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê Mustafa Yeneroglu

Parleemnterê Stenbolê yê AK Partiyê Mustafa Yeneroglu der barê mitînga HDPê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku biryara qedexeya kampanyaya hilbijartinê ya ku Almanyayê da "sepaneke antîdemokratîk e" lê madem prensîbeke wiha heye evê prensîb divê ji bo hemû partiyan wekî hev bê tetbîqkirin.

Yeneroglu wiha axivî: "Li Almanyayê di rewşa berdest de 7-8 parlementerên HDPyî her roj li her derê ku ji bo gel vekirî ne bernameyê dikin û ev bername jî ji aliyê PKKyiyan ve tên lidarxistin. Em difikirin ku divê ev bername bên astengkirin û PKKyî bên deşîfrekirin. Wekî mitînga ku li Kolnê hat lidarxistin li eyaletên din jî bernameyên cur bi cur tên lidarxistin û divê ev hemû bên astengkirin. Welatî jî divê ev lîstika ku tê lîstin bibînin û biçin ser sindoqê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın