Abdullah Tel
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ÎDLIB
Hunermendê grafîtiyê (nivîsa li ser dîwar) yê ji Sûriyeyê li Îdlibê bi armanca ku peyamên piştevaniyê ji Filistîniyan ra bişîne li ser dîwarên ku di êrîşên hewayî da zirarê dîtine resman neqiş dike û bertekê nîşanî zilma Îsraîlê ya li ser Filistînê dide.
Ezîz Esmerê 35 salî ku li Bînnîş a navçeya Îdlibê dijî ev qasî salekê ye ku li ser dîwarên di êrîşên hewayî yên rejima Esed da zirar dîtine resmên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê neqiş dike.
Hunermend Esmer di nav xirbeyan da li ser dîwarên li pê mane berxwedana gelê Filistînê xêz dike.
Esmer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Di vê wêneya li ser dîwar da qala ciwanekî astengdar ê ku di destê wî da kevkaniyek li ser qursiyê xwe yê biteker beşdarî raperîna gelê Xezeyê ya li hemberî Îsraîlê dibû, tê kirin. Behsa liberxwedanê dike. Min li cem alaya xelqê Sûriyeya Azad neqiş kir. Ev zilm û zordariya ku gelê Filistînê 70 sal e dijî di nav 7 salan da heman tişt va hatin serê me jî."