Hat ragihandin ku êrîşên hewayî yên ku Îsraîl dibe li ser Xezeyê hê didomin. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê Eşref el-Kudra daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de ligel 2 filistîniyên ku hatin kuştin hejmara kesên ku ji duşemê heta niha hatine kuştin ji 70yî derbas bû. Kudra diyar kir ku di êrîşan de ji 520î jî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Tê îdiakirin ku rojnamegerek jî hat kuştin
Li gor agahîdayîna kesên bûyerê dîtine, balafirên şer ên Îsraîlê li Hayyûr Rîmala taxa Xezeyê êrîşî wesaîtekê kirin û tê îdiakirin ku ew kesê di bûyerê de mir jî rojnameger e.
Ji ber êrîş û bombekirina Îsraîlê di gelek xanî û avahiyan xisar pêk hat.
- Îsraîl ji hewayê 700 carî êrîşî Xezeyê kir
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên filistînî hatin hildan di operasyonên bi navê "Parêzgeriya Sînor" de Îsraîlê heta niha ji hewayê 700 carî zêdetir êrîşî Xezeyê kir.