Tirkiye

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê herî kêm 33 Filistînî hatin kuştin

Ömer Erdem  | 01.05.2024 - Rojanekırın : 01.05.2024
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê herî kêm 33 Filistînî hatin kuştin

Gazze

Ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê herî kêm 33 Filistînî hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê destnîşan kir ku ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê li herêmên curbecur yên Xezeyê di 24 saetên dawîn da 33 kuştî û 57 birîndar anîne nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku ji ber êrîşan ji 7ê Cotmehê vir va hejmara kuştiyan derketiye 34 hezar û 568an û ya birîndaran jî derketiye 77 hezar û 765an.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin di bin kavilan da û li keviyên rêyan hê cinaze hene û ji ber êrîşên hêzên Îsraîlê ekîbên tenduristiyê û wezîfedarên parastina sivîl nikarin cinazeyan derxin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın