Li Celawleya bajaroka Diyalaya bajarê Iraqê pevçûnên tund di navbera Pêşmerge û milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de diqewimin. Pêşmerge ji aliyekî ve hewl dide ku li dijî êrîşên bi gule û bombe yên DÎŞIyê hişyar be û ji aliyekî jî hewl dide da ku li paş eniyê li ser xwe bimîne.
Di nava pêşmergeyan de bi taybetî jî kesên bi rojî ji ber germê gelekî zehmet dikşînin. Pêşmergeyên ku meha remezanê dûrê mala xwe, li eniya şer derbas dikin fitara xwe bi nan, zebeş û tiriyan vedikin. Pêşmergeyên ku di tangên avê de destnimêjê digrin bi cemaetî nimêja êvarê dikin. Pêşmergeyên ku rojê tenê 4 saetan radizên, cihekî ku bikaribin lê serê xwe bişon û rûyê xwe kur bikin, tuneye.
Pêşmerge Kamran Evdila diyar kir ku li pêş û paş eniya şer rojên dijwar derbas dikin û wiha pê de çû: "Bi milîtanên DÎŞIyê re bi qasî hezar kîlomêtre sînorê me çêbû. Li her derê pêşiya me ne. Carinan tenê 200 mêtre di mabeyna me de dimîne. Germa dora 50 pileyan e. Ji ber ku ceyran nîne, em nikarin ava sar peyda bikin. Em fitara xwe zêdetir bi fêkiyên mîna zebeş û tiriyan ve vedikin. Serşok, xwaringeh û cihê razan û cilşûştinê jî tuneye. Bi betanî û balgiyekî ku me ji malê aniye em li ber taldê dîwaran an jî li dibistan, îstasyonên neftê û dezgehên dewletê radizên."
Evdila got ku ew ji Wezareta Pêşmerge tenê çek û mûçe distînin, belam pêdiviyên mîna dûrbîn, êlegê polad, çente, şewqê û kasketan bixwe temîn dikin.
Mihemed Riza jî destnîşan kir ku ew 20 sal e pêşmerge ye û wiha dewam kir: "A niha wextê germa havînê ye, pevçûn jî rastî vê heyama germ hatin û ji ber van sedeman em gelekî zehmet dikşînin. Yekîtiya Alimên Kurdistanê fetwa dan ku em dikarin li eniya şer rojiyê negirin. Lê ji ber baweriya xwe ya ji Xwedê ez hewl didim ku rojiya xwe bigrim."
Li gorî çavdêriya peyamnerê AAyê Pêşmerge, helîkopter û çekên din ên giran dixwazin. Bi gelemperî çekên mîna keleşkof, doçka û kanas tên bikaranîn. Çendîn tankên kevin ên ji dewra Sedam Huseyîn jî bal dikşînin li ser xwe.