Li herêma Kurdistanê ev demeke dirêj e ku ji bo Kurdistan ji Iraqê veqete nîqaş tên kirin. Di dema Serokwezîriya Nûrî el-Malikî de ji ber pirsgirêkên ku di navbera Bexda û Hewlêrê qewimîn de kurdan xwe zêdetir bi fikra serxwebûnê ve girê da. Li ser vê jî Serokê HKIyê Mesûd Barzanî jî gaveke berbiçav avêt û ji Parlementoya Herêmî xwest ku bila ji bo referandûma serxwebûnê dest bi amadehiyan bikin. Lê bi êrîşên DÎŞIyê ve hêla kurdan hêza xwe nirxand û diyar kirin ku ji bo "serxwebûnê" hê zû ye. Kurdên Iraqê yên ku ji 2yê tebaxa 2014an vir ve DÎŞI êrîşî ser axa wan dike, zêde nebe jî "nîqaşên serxwebûnê" didomînin, lê bi awayekî baldar tev digerin.
Tê gotin ku gelek bîrên neftê di destê kurdan de hene, lê ji bo hilberîna neftê, îxrackirinê û di bazara dinyayê de firotina neftê, hêj negihîştine asta ku dixwazin bi dest bixin. Iraqê piştî ku ji budçeya wan birî, kurd ketin tengasiyê û dîtin ku di qada aboriyê de hê jî girêdayiyê Bexdayê ne. Di êrîşên ewil ên DÎŞIyê de têkçûna pêşmergeyan jî nîşan da ku di qada eskeriyê de kurd hêj negihîştine armanca xwe û dîtin ku ji bo vê hêj li pêşiya wan gelek rê heye.
Ji ber êrîşên DÎŞIyê, kurdên Iraqê daxwaza xwe ya serxwebûnê her çiqas taloq kiribin jî, hêj dev ji vê daxwaza xwe bernedane. Siyasetmedarên kurd ên ku ev mesele ji AAyê re nirxandin, diyar kirin ku di meseleya dewletbûnê ji bo biserketinê lazim e ku gelek gavên cidî bên avêtin hene.
- Hiseyîn: "Ev meseleyeke ku bi çekan hel bibe nîne."
Serokê Dîwana Serokatiya HKIyê Fûat Hiseyînê ku tê gotin pir nêzî Mesûd Barzanî ye got:" Xelkê kurd dikare ji bo qedera xwe biryara xwe bide, lewra ev heqê wan e. Êdî ew ê biryareke çawa bê dayîn ev yek jî tercîha azad a kurda ye. Dema ku ez qala heqê eşkerekirina qederê dikim, meseleya dewletbûna kurdistanê jî diyar dikim. Lê ev yek ew ê çi demê bibe xelkê kurdistanê wê ji bo vê yekê biryarê bide."
Hiseyîn ji bo meseleya referandûma serxwebûnê jî wiha pê de çû: "Dema ku em ji bo xelkê kurd qala serxwebûnê dikin, wê demê lazim e ku em bizanibin xelk çi difikire. Ev jî bi saya referandûmê wê eşkere bibe. Xelk di referandûmê de raya xwe dide û tercîha xwe dike. Referandûm ji bo eşkerekirina qedera xelqekî ji heqan perçeyek e."
Nûçegihanê AAyê hevoka Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerryê ya "Me Mesûd Barzanî bi qasî heta demekî ji bo ku serxwebûnê îlan neke qanî kir." bi bîr xist û xwest ku Hiseyîn vê meseleyê binirxîne û wî jî got: "Min daxuyaniyeke Keryy ya wiha nebihîst, lê xelkê Kurdistanê kîngê di referandûmê de raya xwe biavêjê û tercîha xwe diyar bike, wê demê tiştê ku hewce dike wê bê kirin. Yanî ji bo vê yekê xelkê Kurdistanê qirarê dide. Ev biryar di destê kesekî din de nîne."
Hin şert û mercên ku ji bo serxwebûnê hewce dikin jî di rojeva Hiseyîn de cih girt û Hiseyîn wiha berdewam kir: "Ji bo serxwebûnê hin merheleyên ku divê bên helkirin hene. Tevgereke wiha rasterast bi qada siyasî, aborî û leşkerî ve têkîldar e. Lazim e ku haya welatên cîran û dinyayê jî ji vê yekê hebe. Hemû rûdan divê bi guftûgoyan bên birêvebirin. Lazim e ku bi Bexdayê re li ser nexşeyeke siyasî li hev kirin pêk bê û tifaq bê kirin. Ev meseleyeke ku bi çekan bê helkirin nîne. Bê guman her çi dibe bila bibe, divê bi Bexdayê re li ser meseleyê niqaş bên kirin. Lewra em tevlî hikûmeta Bexdayê bûn û em jî perçeyekî Iraqê ne."
- "Kurd çima li ser Iraqê bimînin?
Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Selahadînê Dr. Azîz Barzanî jî ragihand ku hêviya serxwebûnê ya Kurdistanê wê her tim hebe, lê ji ber êrîşên DÎŞIyê dibe ku Mesûd Barzanî referandûma serxwebûnê paşve avêtibe û wiha pê de çû: "Daxwaza serxwebûnê girêdayiyê têkiliyên bi Bexdayê, şert û mercên herêm û navneteweyî re heye. Li ser vê meseleyê xeberdan pir hêsan e, lê dema ku roja biryar dayînê hat, tercîheke siyasî evqas hêsan nîne. Yanî biryareke der heqê serxwebûna herêma Kurdistanê de heta ku şert û mercên leşkerî û siyasî pêk neyên, ne mimkûn e. Lazim e ku xelk jî ji bo vê amade be."
Barzanî îdia kir, piştî ku Mûsil ket destê DÎŞIyê ne mimkûn e ku meriv bikaribe qala "Iraqa berê" bike û wiha dewam kir: "Weke ku Nêçîrvan Barzanî jî gotibû, beriya Mûsilê û piştî Mûsilê êdî du Iraq hene. Piştî vê jî ez bawer nakim ku erebên sunî bixwazin bi erebên şiî re bijîn. Rizgarkirina Mûsilê ji bo vê yekê pir girîng e. Hûn dikarin Mûsilê ji terorîstan xelas bikin, lê hûn ê ji bo şerê şiî û suniyan çi bikin. Li Iraqeke ku du hêmanên ereb naxwazin bi hevdu re bijîn, kurd çima bimînin. Îro be sibê be, Iraq wê bibe sê perçeyan. Ev êdî wê bibe sê federasyon yan jî sê konfederasyon, ev wê di pêşerojê de diyar bibe. Ji ber vê jî kurd wê di pêşerojê de zêdetir li ser meseleya serxwebûnê bisekinin."
- Tevgera Goran: "Lazim e ku em zêdetir bixebitin."
Endamê Polîtburoya Tevgera Goranê Dr. Mihemed Alî destnîşan kir ku ji bo serxwebûnê du astangî li ber kurda heye û wiha got: "Ya ewil dibe ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo vê yekê destûrê nede. Ya duyemîn jî divê ji bo vê em di qada navneteweyî de piştgiriyeke baş hildin. Di teoriyê de mafê hemû xelkan heye ku bibin dewlet, lê di dema pratîkê de hin astengî derdikevin. Ji bo rakirina van astengiyan divê gavên cidî bên avêtin. Mînak di qada aborî, leşkerî û siyasî de divê em pir xurt û bi hêz bin. Ji bilî vê îlankirina serxwebûnê divê li dijî berjewendiyên welatên cîran ên wek Îran û Tirkiyeyê jî nebe. Ev hemû meseleyên ku em niha qala wan dikin lazim e li ser wan bê sekinandin. Ez nabêjim ku ev ne mimkun e, lê divê em zêdetir li ser vê pêvajoyê bixebitin."
- YNK "Hewcedarî bi pêvajoya minasib heye"
Endama Konseya Serokatiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Perwîn Babekir diyar kir ku "Dewleta Kurd" her tim di nav bernameya hemû partiyan de cih girtiye û axaftina xwe wiha domand: "Birêz Celal Talabanî her tim qala serxwebûnê kir. Lê îlankirina dewleteke kurd bi vîna siyasî tenê nabe. Parastina sînorê dewleta ku wê bê avakirin, aborî û erdnigariya wê jî pir girîng e. Ji bo îlankirina dewleta kurd, hewcedarî bi pêvajoya minasib heye. Em bibêjin ku we dewlet ava kir û hûn nikaribin sînorê wê bibarêzin, hewcedariyê xelkê çareser bikin û nikaribin mehaniyan bidin, ev bi kêrî tu tiştekî nayê. Dema ku ji bo dewletbûnê pêvajoyeke minasib pêk bê, em ê wek YNKê beriya hemû partiyên siyasî dest biavêjin vê meseleyê û bibin pêşeng."
- Partiyên muhafizekar
Endamê Konseya Serokatiya Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtu) Ebûbekîr Alî jî got ku Kurdistaneke serbixwe di bernameya wan a pariyê de heye û meseleya "Serxwebûnê" mesleyeke pir girîng e û wiha pê de çû: "Heke hemû partiyên siyasî yên li herêmê li ser vê meseleyê bi awayekî cidî bisekinin, ev mesele wê di nav 3-4 salan de hel bibe. Iraq perçe bû û hêviya me tuneye ku iraq ji nûve bibe yek. DÎŞI jî ji bo avakirina dewleteke kurd rê vedike. Îxrackirina nefta xwe û parastina hemû herêmên ku li gor xala 140emîn a makezagona Iraqê di rêya serxwebûnê de ji bo me gavên pir girîng in."
Berdevkê Partiya Civakî ya Îslamê (Komela) Mihemed Hekîm Cabbar jî destnîşan kir ku îlankirina serxwebûnê û dewletbûn mafê kurda ye jî, lê ji bo vê hewl û xebatên cidî û piştgiriya navneteweyî lazim e.
- Tirkmen li gor şertên xwe dinirxînin
Parlementerê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Marûf jî bibirxist ku xelkê kurd ên li Iraqê ji sala 1991an vir ve li pey serxwebûnê ne û wiha pê de çû: "Ji bo vê divê hûn xwediyê aboriyeke xurt bin û welatên derdora xwe jî qanî bikin. Tirkmen li Iraqê faktoreke girîng e, lê Iraq jî ber bi perçebûnê ve diçe. Heke mafên tirkmenan bê parastin, em ê jî piştgiriyê bidin vê tevgera siyasî."
news_share_descriptionsubscription_contact
