Li Kerkûka navçeya Iraqê bi hezaran malbatên penaber piştî ku deriyên daketin û derketinê hatin vekirin, bajêr terikandin. Hin malbat çûn Diyalaya ku wir ewlehî hat pêkanîn û hin malbatan jî xwest ku biçin Mûsil û Hawiceya ku di bin kontrola DÎŞIyê de ye û vê yekê bal kişand.
-Li cihê kontrolê xiringêle
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê kli herêmê bi dest xistin, Cihê Kontrolê ya Mekteb Xalidê ya ku 12 kîlometro dikeve başûrê rojhilatê Kerkûkê, piştî çendî mehan ji bo çend saetan ji raboranê re hat vekirin û ji ber vê yekê li ber derî rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn. Malbatên gotin ku li Kerkûkê asê mane li wesayîtên xwe siwar bûn û bajêr terikandin. Polêsa Kerkûkê piştî ku kontrola ewlehiyê kirin, destûr da ku malbat derbas bibin.
Sadiye Ehmeda xwest ku vegere Hawiceya navçeya Kerkûkê ya di bin kontrola DÎŞIyê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got "4 zarokên min şehîd ketin. Min jî mirinê da ber çavên xwe. Çi dibe bila bibe. Jiyana min a li Kerkûkê gelekî dijwar bû. Ji ber qedexeya derketinê ez li bajêr asê mam. Ez niha vedigerim Hawiceyê."
Raîd Felahê dixwaze ku vegere navçeya Fellûceya di bin kontrola DÎŞIyê de jî diyar kir ku li Kerkûkê çendî mehan kar peyda nekir û wiha axivî: "Êdî çi dibe bila bibe, ez dixwazim vegerim bajarê xwe. Ez bizanim ku ez dê li bajarê xwe bimirim jî ez dîsa nayêm van deran. Ez dizanim ku li Fellûceyê hê jî pevçûn û pirsgirêk hene. Digel van jî ez dîsa dixwazim vegerim."
Adîle Ednana ku bi malbata xwe re hat cihê kontrolê ya Mekteb Xalidê jî got dizanin ku rewşa Mûsila ku ji meha hezîranê heta niha di destê DÎŞIyê de ye "gelek xirab e" lê dîsa digel vê yekê dixwazin ku paş ve vegerin. Ednanê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li Mûsilê xurek, sotemenî û cêyran tune. DÎŞIyê bi sedan karmendên ku biadê wan nekirin, binçav kirin. Lê belê li Mûsilê mala me heye. Ji ber wê yekê em dixwazin ku vegerin."