MÛSIL
Operasyonên ku pêşmergeyan li bakurê Mûsilê dabûn destpêkirin, berdewam dikin.
Hat diyarkirin ku pêşmergeyan di nav hefteyekê de kontrola rêyên herêma ku wek "Mûsila kevin" tê zanîn, bi Telafer, Şingal û Zûmmarê ve girê dide, bi dest xist.
Fermandarê pêşmergeyan ê herêmê Tûggeneral Behçet Tîmûr got ku bi saya çekên ku wan bi dest xistin, teqemenî û tankên ku sewqî qada şer kirin, hêza DÎŞIyê şikand.
-Pêşmerge kozikan vedidin
Pêşmergeyan di 21ê rêbendanê de li bakûrê Mûsilê li dijî DÎŞIyê operasyon da destpêkirin û li herêmê pêşveçûna DÎŞIyê berdewam dike. Pêşmergeyan kontrola Zûmmar, Rabîa, Sînûn û piraniya Şingalê bi dest xist. Pêşmerge li herêmê cihên ku kontrola wê bi dest dixin, ji bo DÎŞI pêşve neçe kozikan vedidin. Her wiha carinan jî êrîş dibin ser herêmên ku DÎŞI lê dimîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê herêmê bi dest xist, ewlehiya bendava Mûsilê di destê pêşmergeyan de ye her wiha kontrola rêyên di navbera Mûsil û Dihokê jî ket destê pêşmergeyan.
-"Rêwîtiya bi alayên spî"
Tê ragihandin ku ji ber şerê di navbera pêşmerge û milîtanên DÎŞIyê de, gelek gund û bajarokên herêmê hatin valakirin. Lê belê kesên ku ji malên xwe dernakevin jî hene. Tirsa niştecihên herêma ku wek "Mûsila kevin" tê zanîn ew e ku guleyek li wan bikeve. Niştecihên herêmê ji bo ku hedef neyên girtin, bi alayên spî di kuçeyan de digerin.
Pêşmerge li cihên kontrolê kesên gumanbar didin sekinandin û binçav dikin û kesên ku di şer de xwe nadin tu alî jî, alayeke spî li ser erebeyên xwe girê didin û bi vî awayî di cihên kontrolê re derbas dibin.
Milîtanên DÎŞIyê pireyên herêma ku wek "Mûsila kevin" tê zanîn bi Telafer, Şingal û Zûmmarê ve girê didin, xirab dikin da ku ber li êrîşên pêşmergeyan bigrin.
Fermandarê pêşmergeyan Tûggeneral Tîmûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku roj bi roj hêza DÎŞIyê dişkê, her çiqas ew "pireyan hilweşînin jî dê nikaribin xilas bibin."
Tûggeneral Tîmûr diyar kir, moral û motîvasyona rêxistina terorê nemaye û wiha axivî: "Li dijî rêxistina ku li dijî mirovahiyê tevdigere kaos dan destpêkirin. Baweriya milîtanan nemaye. Ev rêxistina ku her diçe hêza wî namîne, di hin herêman de asê bûne."
-Rêyên stratejîk di destê pêşmergeyan de ne
Tîmûr wiha axivî: "Me berî hefteyekê li derdora bendava Mûsilê operasyon da destpêkirin û me kontrola piraniya herêmê bi dest xist. Me di demeke kurt de alîkarî gîhand gelê li herêmê dijî. Wekî ku hûn jî dibînin gelê ereb ên li herêmê bi rihetî dijî. Em zirarê nadin însanên bê sûc. Ji ber ku ev herêm xesas e, em dixwazin ku ew bi alayên spî bigerin. Em ê wan kesên ku bi DÎŞIyê re hevkariyê dikin efû nekin. Me gelek rêyên DÎŞIyê yên ku tên li bakûrê Mûsilê girtin. Bi saya rêyên stratejîk yên ku me zeft kirin, DÎŞI êdî nikare tevbigere. Xetereya li ser Dihokê ji holê hat rakirin, ya herî girîng jî ew e."
-"Bila pêşmerge me biparêzin"
Emer Ûsivê ku li herêmê dijî got ku ji bo pêşmergeyan kontrola herêmê bi dest xist em kêfxweş in, ev çar mehên ku em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û wiha dewam kir: "Pêşmergeyan çawa ku kontrola herêmê bi dest xist, alîkariya mirovahî li me belav kir. Av û ceyrana me tunebû. Bila pêşmerge me biparêzin, lewra pêşmerge zirarê nadin me û ew ji bo ewlehiya herêmê hewl didin."