Ban Kî-mun civîneke çapemeniyê li dar xist û daxuyand ku mijara Xezeyê girîng e û wiha axivî: "Li herêmê rewş ber bi rewşeke nebaş ya ku kes nikare kontrol bike ve diçe."
Kî-mun dubare kir ku ew roketên ji Xezeyê diavêjin Îsraîlê şermezar dike, divê ku ev êrîş bên sekinandin.
Kî-mun destnîşan kir ku wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu re hevdîtin kiriye û wiha axivî: "Min bangî Îsraîlê kir ku bila Îsraîl li gor rêzikên navneteweyî sivîlan biparêze. Ez şermezar dikim ku hejmara sivîlên li Xezeyê tên kuştin zêde dibe. Dem dema tolhildanê nîne, dema edaletê ye."
- "Min bang kir ku KENY bicive"
Ban Kî-mun daxuyand ku wî daxwaz kiriye ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo vê mijarê bi lez bicive.
Kî-mun got ku civîn dê li ser biryara KENYê pêk bê û ewê jî di civînê de dê pêşkêşiyekî bike.
- KENY dicive
Piştî civîna Ban Kî-mun qediya ji KENYê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku li ser rewşa Xezeyê biaxivin, dê bi saeta New Yorkê di saet 10.00an de bicivin.