XEZE
Îsraîlê 3 moşek avêtin şaxa Wezareta Karên Navxweyî ya Filistînê ya li Xezeyê û avahiya 3 qatî hilweşiya. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê di xanî û avahiyên li derdora şaxê de xisar pêk hat.
Balafirên şer ên Îsraîlê bombe barandin ser navendên Şaxa Ewlehiya Navxweyî ya ku girêdayî Wezareta Karên Navxweyî ya Filistînê. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan di van êrîşan de tu tişt bi kesî nehat.
Ji serê sibehê de balafirên şer ên Îsraîlê ji 70 caran zêdetir êrîşî ser war û zeviyan kirin. Helîkopter û balafirên leşkerî firînên xwe yên li ser Xezeyê hê jî didomînin.