Li gor agahiyan li bajarê Hasekeya Sûriyeyê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşên xwekujiyê hatin kirin. Di êrîşan de gelek kes mirin û gelek jî birîndar bûn.
Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê daxuyanî da û got: "Li navçeya Qamişloyê ya li ser Hasekeyê komên çekdar yên muxalif bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî hêzên rejîmê û cihên kontrolê yên hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kirin."
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku hêzên muxalif bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî cihê qontrolê ya hêzên Esed kirin û ji 100 leşkerên ku li cihê qontrolê bûn gelekê wan mirin.
Êrîşa duyemîn li navenda asayîşa PYDê hat kirin û gelek hêzên PYDê hatin kuştin. Erîşa sêyemîn jî bajaroka Tel Maruza Qamişloyê li navenda kombûna hêzên PYDê pêk hat.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bijîşkên Nexweşxaneya Qamişloyê piştrast kirin ku gelek mirî û birîndar anîn nexweşxaneyê, lê der heqê jimara mirî û birîndaran de agahî nedan.