Hat ragihandin ku duh li Iraqê bajarê Bexda, Tûzhûrmatû, Telafera û Misûlê di êrîşên bombeyî de 18 kes mirin û 64 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat girtin li bajarê Tûzhûrmatûyê erebeyeke bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin. Di êrîşê de 10 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn. Mirovên ku di bûyerê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li Kerkûkê û hildan bin tedawiyê.
Li bajarê Telaferê nêzîkî qereqola polêsan jî erebeyeke bombebarkirî teqiya û di vê bûyerê de 4 kes mirin û 19 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di nav miriyan de polêsek jî heye.
Li herêmên Bexdayê Hor Receb û eş-Şabê jî 3 kes hatin kuştin.