Di êrîşên bibombe yên ku li Kerkûkê de 2 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin standin, li ez-Zabaya nehiya Kerkûkê bombe danîn kêleka rê û ji ber teqîna bombê 2 kes mirin. 3 kesên ku di êrîşê de birîndar bûn jî rakirine nexweşxaneyên herêmê.
Ji bilî van, hat ragihandin ku dîsa li Kerkûkê sê deverên cuda de teqîn çêbûye û 4 jê polês 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya çavkaniyên navenda polêsên Kerkûkê, armanca wê êrîşê wesaîta polêsan ya ku li navenda Kerkûkê dewriye digeriya bû û di vê bûyerê de 3 kes jê polês 6 kes birîndar bûn.
Erîşeke din a ku li navenda herêma Kerkûkê hat kirin û armanca wê jî wesaîta polêsan bû de jî 1ê polês 4 kes birîndar bûn.
Midûrê Giştî yê Tenduristiya Kerkûkê Dr. Kerîm Welî jî piştrast kir ku duh êvarê sê teqîn li Kerkûkê çêbûn û 10 kes birîndar bûn.