QAHÎRE
Di danişîna doza Serokkomarê hilbijartî yê ewil yê Misrê Muhamed Mursî û 14 bersûcên din de bûyerên balkêş qewimîn. Ewil bersûcên endamê îxwanê anîn hêwana danişînê û cilên spî yên ku li girtiyan dikin li ser bersucan bûn bal kişand.
Bersûcên ku ji lîderên Îxwanê Muhamed el- Bîltaciyê bavê Esma Bîltaciyê ku li Qada Rabîetul Adewiye bi gulebarana polêsan mir, jî di nav wan de bû beriya danişînê bi îşareta " Rabîa"yê dadgehê protesto kirin.
Di vê navberê de Mursî bi minibusekî anîn li ber avahiya hêwana dadgehê. Mursî bi taxima xwe balê kişand.
Dema Mursî xistin di nav qafesa hesin ya li hêwana danişînê, Mursî jî îşareta " Rabîa"yê kir. Mursî " cila spi" ya ku li girtiyan dikin li xwe nekir û ev jî di hêwana dadgehê de bû sedema qeyranê.
Serokê Dadgehê Ehmed Sebrî bangî Mursî kir û jê xwest ku li gor qanûnên Misrê "cila spî" ya ku girtî li xwe dikin, li xwe bike.
- "Ez meşruiyeta we nas nakim"
Li ser vê yekê Mursî îşareta "rabîa"yê kir û got ku "Ez serokomarê meşru yê Misrê me û meşruiyeta we nas nakim." Mursî diyar kir ji bo ku wek serokomarê meşrû peywira xwe bi cî bîne divê wî serbesr berdin û got ku ez bi wesfa serokomar li vir im û xwest ku dema serokê dadgehê bi wî re diaxive rabe li ser piyan.
Mursî got ku "Ez ji ber derbeya leşkerî li virim û min bi zorî li vir digirin. Ev jî suc e."
- "Silavên min bigihînin ji gelê azad yê Misrê re"
Mursî got kesên di hêwana danişînê de "silavên min bigihînin ji gelê azad yê Misrê re û bibêjine wan ku dê birayê we Mursî li ber xwe bide, dev ji doza xwe bernede." Hakim bangî Mursî û bersûcên din kir û got ku di demek guncav de mafê axaftinê bidin wan û xwest ku bêdeng bimînin.
- "Xem nexwe birayê min Esma li bihûştê ye"
Di vê navberê de Mursi gote Muhamed el- Bîltacî xem nexwe birayê min. Esma li bihûştê ye û ev yek jî li hêwanê bû sedema hestewariyê.
- Îmametî kir û nimêj da kirin
Mursî di nava qefesa hesin ya li hêwana danişînê bi hevalên xwe yên din re nimêja nîvro kir û bû melayê cemaetê.
- "Cihê xwe nizane"
Ji lijneya parastina Serokkomarê hilbijartî yê ewil yê Misrê Muhamed Mursî, parêzer Hesen Kerîm da zanîn ku Mursî nizane ka ji 3yê tîrmehê heta niha li ku hatiye binçavkirin. Kerîm der barê darizandina Mursî de agahî dan nûçegihana AAyê. Kerîm da zanîn ku Mursî di danişînê de bangî hêzên ewlehiyê, artêş û birêvebiriya derbeyê kir û ji bo ku xwe ji kuştina gel biparêzin hişyarî da wan.
Danişîn taloqê 8ê Çileya 2014an kirin.