Li gor çavkaniyên ewlekariyê Mursî ji ber sûcê "Ji Girtîgeha Wadîn Natrûnê revandinê" hat darizandin û piştî danişîna dozê neqlî Girtîgeha Torayê hat kirin.
Hat diyarkirin ku danîşîna doza Mursî ya ji ber sûcê "Hevkariya Hamas û Hizbûllahê" û "sixûriyê" dê sibê bê dîtîn. Danişîna doza wî ya ku wek "êrîşên li girtîgehan" tê zanîn jî dê roja duşemê bê dîtîn. Ji ber vê jî ew neşandin Girtîgeha Bircûl Ereb ya li Îskenderiyeyê.