Serokomarê Misrê Mihemed Mursiyê ku bi derbeyê ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin û 14 bersûc îro dîsa derketin pêş dadgehê. Hat ragihandin ku doz ji ber rewşa hewayê taloqê 1ê sibatê kirin.
Li gor nûçeya televîzyona dewleta Misrê, Dadgeha Cezayê ya Qahîreyê doz taloqê 1ê sibata 2014an kir û got bila Mûrsî di vê dîrokê de ji bo rûniştinê amade bibe.
Ji bilî vê hatibû daxuyandin ku Mûrsî serê sibê ji bo darizandinê anîbûn hêwana darizandinê, lê hat diyarkirin ku Mûrsî ji ber rewşa hewayê neanîn Akademiya Polêsan ya Qahîreyê ku li vir bê darizandin.
Çavkaniyên ewlehiyê û televîzyona dewleta Misrê nûçeya hatina Mûrsî dabû ku Mûrsî bi firokeyê anîn Akademiya Polêsan. Midûrê Ewlehiya Îskenderiyeyê li ser vê nûçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ji ber mijê û rewşa hewayê firoke nikaribû rabe ku Mûrsî bîne Qahîreyê."