HELEB
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li bajarê Helebê navendeke ku ji bo Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) zehf girîng e bi dest xist û 300 girtî serbest berda. Li navendê cesedê 70 mirovî hat dîtin, destê cesedan bi paşiyê ve girêdayî bû.
Berpirsiyarê çapemeniyê yê Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê Mihemed Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Eniya Îslamî li navenda Helebê qerargeha DÎŞIyê bi dest xistiye.
Elî eşkere kir ku li navendê 300 girtiyên ku di nav wan de rojnamevanên herêmî û çalakvan jî hene serbest berdane û wiha got: "Mirovên ku wextekî dirêj e winda bibûn ji navendên DÎŞIyê derdikevin. Ji navenda wan 70 cesedên ku destên bi paşiyê ve hatibûn girêdan derket."
Elî diyar kir ku mirovên windabûyî li navendên DÎŞIyê de tên dîtin, ji ber vê jî gel tengezar e û ditirsin ku kumkujîyên nû derkevin holê.
Elî bal kişand ku Şêx Necara herêma pîşesaziyê di destê DÎŞIyê da ye û ji ber vê yekê jî kes nikare rehet here wê herêmê û li herêma Heyderiyeyê û bajaroka Hereytanê di nav endamên DÎŞIyê û mixalifan de şer hê berdewam dike.